a photo of Sîmir Rûdan

Sîmir Rûdan

Dûr Nekeve

Nedikarî derkeve ji malê hinga bivê Ne dihêlişt dayika wê Gelek jê hez dikir Digotê: "Neçe, dûr nekeve Cilikên sor li xwe neke Çavên xwe bigire hêdî veneke Tu weneke, wekî zarokên din Di kolanan de dileyîzin Tên, diçin, dilezînin Mezin dibin dikevin dinyayê Bi dinyayê bi dinyayê bi dinyayê Bi dinyayê bi dinyayê bi dinyayê Tu nekeve Bê min negere!" Ax û baran digihin hev Hêşîn dibe tov hingê Destê wê kengê jê diqete Dixwaze di bin dawê de be Dibêjiyê: "Keça min, dûr nekeve Wan cilikên sor li xwe neke Çavên xwe bigire hêdî veneke Tu weneke, wekî zarokên din Di kolanan de dileyîzin Tên, diçin, dilezînin Mezin dibin, dikevin dinyayê Bi dinyayê bi dinyayê bi dinyayê Bi dinyayê bi dinyayê bi dinyayê Tu nekeve Bê min negere!"

Bêjebêje © 2015-2024