a photo of Sîmir Rûdan

Sîmir Rûdan

Gulhavîn

Min pal dabû li ber avê Pişta xwe dabû tavê Çi taveke dijwar e Ez nikarim binêrimê Bi dîtina min dîtî ji wê ve tê Di çavên wê de berçavka wê Li min nêrî çi xweş kenî Ji min re zehf e ev qas germî Gulhavînek ji wê ve tê Di çavên wê de berçavka wê Li min nêrî çi xweş kenî Min got ji min re zehf e Ev qas germî Min hê pal dida li ber avê Berê xwe dabû tavê Tav agir e dijwar e ji xwe Lê min dîsa jî nêriyê Min gotê bes e îcar were Hê roj neçûyî ava Bi hev re seyrê bikin em Havîn xweş in li ber avan

Bêjebêje © 2015-2024