a photo of Sîmir Rûdan

Sîmir Rûdan

Serxweş

Çavên min zuwa bûn Porê min weşa Te ez girêdam Bi eşqekî giran Sal derbas bûn Li hêviya te mam Tu nehatî. Kanî tu mayî li ku derê Were, ma tu venagerî? Evîna min e, xema te ye Serxweşê te me Destê min cemidî Serê min êşa Wenda bûme ez, nav xewên giran de Sal derbas bûn Li hêviya te mam Tu nehatî Kanî tu mayî li ku derê Were, ma tu venagerî Evîna min e, xema te ye Serxweşê te me Serxweşê te me Bextreşê te me Nizam ku derî Li hêviya te me

Bêjebêje © 2015-2024