a photo of Sîmir Rûdan

Sîmir Rûdan

Têkilhev

nabihure bi te re nabînim pêşiya xwe ev e çendî û çend sal e dimînim hêviya te bi min mabe serast nabe bes min bi xwe ve biwestîne sere min têkilhev e qey ne bes e ev evin nêzîk te dibim ji min dirêvî dema dûr bikevim pirsa min dikî çavê xwe li te digerînim xwe ji min diveşêrî bibêjim karekî bikim xwe li min dipêçî lê nabe bê te (ez) dimînim hêviya te wê çawa bê ji bîr kirin ew demên ez û te bi hev re yên hev in çawa jî be ka were em dîsa bigerin lê destê min vê carê nebe ne berde!

Bêjebêje © 2015-2024