a photo of Sîmir Rûdan

Sîmir Rûdan

Zarokatiya Wê

Were min delalê Tu çima destê xwe Direvîni ji destê min Qey min çi ji te kiriye? Qey min ji te gelek hez kiriye? Bêje min xezalê derdê xwe Tu caran neşikîne ji min çavên xwe Qey min çi ji te kiriye? Qey min ji te gelek hez kiriye? Bêjim te Rojekê yekê bêriya xwe kiribû Ew jî wekî te ketibû pey dilê xwe Ji bajarekî çûbû bajarekî din hey çûbû Lê ya bela xwe jê venedikir zarokatiya wê bû Bedewekê bêriya xwe kiribû Ji ber vê yekê ew jî ketibû bi pey dilê xwe Ji bajarekî çûbû bajarekî din hey çûbû Lê ya bela xwe jê venedikir tev zarokatiya wê bû Ya bela xwe jê venedikir zarokatiya wê bû

Bêjebêje © 2015-2024