the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Sîpan Xelat

Birîndar im

Lo birao gazina li min nekin Werin dilê melûl nekin Lo bi çavên birîndaran Ji xwe re birîna temaşekin Qeda û bela bi te re be Bextê te wê bi reş bigere Nifira min li dû te ye Tu li miradê xwe şa nebe Qeda û bela bi te re yarê Bextê te wê bi reş bigere Gotina dawî ji te re ewe Here ji te re ne oxir be Lo birano birîndar im Birîndarê derba yar im Lo birano birîndar im Birîndarê derba yar im Ne di xewn de ne şiyar im Rojê sed car ez dimirim Qeda û bela bi te re be Bextê te wê bi reş bigere Nifira min li dû te ye Tu li miradê xwe şa nebe Qeda û bela bi te re yarê Bextê te wê bi reş bigere Gotina dawî ji te re ewe Here ji te re ne oxir be De yar dibêm, lê yar nayê Çi bikim sebra'm bê wê nayê Tenê hîştim vê dinyayê Situxar hîştim vê dinyayê Nav qedayê vî belayê Qeda û bela bi te re be Bextê te wê bi reş bigere Nifira min li dû te ye Tu li miradê xwe şa nebe Qeda û bela bi te re yarê Bextê te wê bi reş bigere Gotina dawî ji te re ewe Here ji te re ne oxir be Gotin : Hekîm Sefkan

Bêjebêje © 2015-2024