the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Sirûda Kurdî

Çek Hellgirî Xakêkim

Çek hellgirî xakêkim Dujmin leserî zall e Min bûmete bêgane û Bêgane xawen mall e Ger umir bida mawe Rêbazî xebat egrim Şêrane be şer dêm û Piyawane ebê bimrim Ey dujminî malwêran Zor wexte ke emşêlî Gum nabît leber çawim Narroyt û becêm bêllî Herçî ke hebû birdit Çî mawe hellî lûşî Ey gurgî ziyan dîde Bo hênde dirr û tûşî Ger bimdene ber gule Em rêgeye rêgame Labirdinî talanker Estandinî birwame Xwênawî leşî xelk e Babolley desî rollet Ey lawî şehîdî kurd Estênîn heq û tollet Em rêge ke girtûme Diwarojî le lam rûn e Ya serkewtinî kurd e Ya merg û têdaçûn e

Bêjebêje © 2015-2024