the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Sirûda Kurdî

Dîrok

Li Viyetnam li Kûba û Angolê Li Çîpas im û li Filistîn im Em agir in alev in û pêt in Em dîrok in tim li kurdistanê Bi keviran em diçin ser tangan Bi daran êrîş dikin panzêran Şervan bûne bombe yên zindî Diteqin li kurdistan li cîhanê Ji tarî yê wê derên ronî yê We azadbin wek gelên Kûba yê We azadbin wek Angola yê Nîşana Viyetnam waye li dinê Agirê dîrokê bilind dibe Ala bilind dibe li zindanan Bi neynokan dikolin biryaran Bi xwîna dîrokê nexşandin Ji bo serxwebûna hemî însan

Bêjebêje © 2015-2024