Sirûda Kurdî
Enternasyonal
Hestin ey hozî beş meynetan
Dîlanî birsiyetî dinya!
Le tenûrey bîr û bawerman
Qirrmijnî tirêşqe rasa
Tenûrey axirîne, hestin
Ba hellîpêçîn dewrey kon!
Rabîn û jêr û jûr keyn cîhan
Êmey hîç bîn be gişt, ey koylan!
Axirîn şer e, şerî ser û mal
Ba yekgirtû bîn hevalan!
Be enternasyonal rizgar debê însan
Deselatdar rizgarman naken;
Ne şa, ne şêx, ne asman
Ba xoman bo rizgarî rabîn
Ey xêllî berhemhêneran!
Rizgarî giştî bê û reha keyn
Giyan le bend û mal le talan
Xoman agir xoş keyn û bo kitîn
Be germa û germî asinman
Axirîn şer e, şerî ser û mal
ba yekgirtû bîn hevalan!
Be enternasyonal rizgar debê însan
Êmeyn kirêkaran û werzêran
Komelî mezinî zehmetkêş
Her be ême debrê cîhan;
Ta key bo tewezelî xwênrêj?!
Belam emro û sibey, ey hevalan
Her ke fewtan qell û dallan
Hetawî geş heta heta ye
Tîşk dawêjê bo însan
Axirîn şer e, şerî ser û mal
Ba yekgirtû bîn hevalan!
Be enternasyonal rizgar debê însan