Sirûda Kurdî
Min Ew Dîlem
Min ew dîlem le zîndanî tarîka
Hetawî bîr rûnak eka ber çawim;
Be naw hezar hellqey dawî barîka
Qefî zincîr epiçrênê hengawim!
Min ew dîlem le pişt şûra?y pollawe
Asoy hîway geşim hergîz win nakem?;
Le rûy asman be girrî sûr nusrawe
Bend be bendî ayîn namey birwakem!
Min ew dîley amancim qîbley gişte;
Na samdar bê û pirr dirrik bê rêy rastim
Madam hêzî cemawerim le ?pişte:
Dirrik gulle û tirs arame bo xwastim!
Min ew dîlem ke sirincî bêbakim
Sill le çawî pirr le qînî zeq naka?:
Daneçîrrey gurgî harî ser lakim
Zatî giyanî nelerzîwim leq naka!
Min serbazî amancêkî pîrozim?
Fîdakarî rêbazî kirêkarî rencderêkim
Bo rêbazim dillsozim
Bêbak berew sosyalîzim û rizgarî
Helbest: Mamosta Goran