Sirûda Kurdî
Nagerrêmewe
Daye min nagerrêmewe
Bes çawerwanî rêga be
Îtir min nabînîtewe
Daye hergîz, dilniya be
Ta ew rojey alay xebat
Be berzî deşekêtewe
Le sengerim dijî zordar
Nellê:"rollekem dêtewe"
Erkî ser şanî min e xebat
Derrom le rêgay serkewtin
Ta degem be asoy awat
Bê pişûdan û nesrewtin