Sirûdên Kurdî
Merrêjin Bom Firmêskî Xem
Merrêjin bom firmêskî xem
Ke sûr buwe be xwên cestem
Şehîdî destî zordarim
Belam oxey ke pêşmergem
Xebatim kird le jiyanim
Her bo gel û nîştîmanim
Deba lawan le yadtan bim
Ke qurbanî Kurdistanim
Ew rêgay ke min boy kujram
Le nawî gorrîşa dilniyam
Ke êwey şorrişgêrî Kurd
Winî naken xwên û hîwam