a photo of Sirûdên Kurdî

Sirûdên Kurdî

Pêşkewe

Pêşkewe, pêşkewe, to pêşkewe Bo pêşewe ey kurdî aza Axirîn malî jiyanim kuncî bendîxane ye Em kelepçe merhemî zamî dilî dêwane ye Zor demêke çawerwanî zirr zirrey zincîr ekem Seyrî em zincîr e ken, wek zîwerî şahane ye Bûkî azadîm ewê û xwênim xeneş bo dest û pêy Helqe helqey pêwenim, wek pilpile û lerzane ye Gerçî dujmin wa ezanê, min be dîlî lal ebim Baş bizanê, kuncî zîndanim qutabxane ye Bîrî azadîm le zîndana firawantir ebê Qurr be ser ew dujminey hîway be bendîxane ye Girtin û lêdan û kuştin, amilî azadî ye Top û şestîr û kelepçe lam wekû efsane ye Çawerwanî şorrişêkim, alemê rizgar bika Milletim bo ew mebest e, kirdewey şêrane ye Çekî şorrişgêrî min, nûsîn û bîr û bawer e Raperîn e, helmet e, pirr ne'retey kurdane ye Ger be azadî nejîm, mirdin xelat e bo leşim Nokerî û serdanewandin karî namerdane ye Qanîm emro le zîndana be azadî ejîm Sed hezar lehnet lewey wa nokerî bêgane ye!

Bêjebêje © 2015-2024