a photo of Sirûdên Kurdî

Sirûdên Kurdî

Raperîwim

Raperîwim wa le korrî bezmî têkoşanewe Şan be şanî rollekanî nîştimanî ciwanewe Min le nêw cergey xebat û şorrişî bê payanewe Ser le pênawim le xizmet xakî Kurdistanewe Hellgirî beydaxî sûrî rêy şehîdanim emin Çomî xurrênî beharanim pişûdanim niye Bê wiçan herwa dehajêm û hedadanim niye Min şepolî serkeşî deryam û aramim niye Ger be serbestî nejîm min, jînî pestîm bo çiye? Haje hajî qellbezey befrawî kwêstanim emin Şêrî meydanî neberd û raperînim her be gûrr Min be nirkem dadexurpênim dilî dijmin le pirr Wêneyî darebenî pîrim bedem kwêstanî çirr Bazî bê perwanim emin, pirr e hellom, her berz e firr Wek birûske û girmeyî hewrî beharanim emin

Bêjebêje © 2015-2024