Sîsa Egît
Gede Gidî
Gede gidî tu kêleka qe ranabî
Canikî were bê tu siyar nabî
Konê mala bavê mi bedewê peya nabî
Were mala, were emrê
Ramûsanê nava singê te lê wê qe têr nabî
Ax bê were, mala were, were emrêm, de were, were, were
Emê te stavan deynim, te ez kirim desmaleke desta zenda zer alandim
Teyê nava her çar malê kurda da wez gerandim
Esmer min dî, min dî, min dî
Esmer qîza melê gund î
Esmer min dî sêlê tîne
Şê ber biskê şê dixîne
Îmanê ji xorta distîne
Esmer min dî, min dî, min dî
Îmanê ji xorta distîne
Esmer min dî, min dî, min dî