the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Sîsa Egît

Keçka Dersdar

Te çavreşê lê, suret sorê lê Bejn bilindê lê, kezîzerê Min te dîtî lê, li nav zingê lê Li ber desta lê, nav fabrîkê Te çêdikir lê bi eşq û lib lê Hezar rengî lê şer û etles Pêra distra mîna bilbilê Tevî qîzê lê xortê cahil Qîza pale lê, qîza delal lê Xorte heye lê aqil kemal Te bişînim lê, cîkî zelal lê Te ked kiriye lê, keda helal Te çêdikir lê bi eşq û liv Hezar rengî lê şer û etres Li ber teva lê, sere kefe lê Te ra tune lê, tu merez e

Bêjebêje © 2015-2024