the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Sîsa Mecît

Yar Eyşanê

Were yarî, yarî, yar Eyşanê Bedew, rindê, navnîşanê, qîza mîrê Celaliyanê Xwedê mirazê min û te hevdu bike ser axreta vê îmanê Were yarî, yarî, yar Eyşanê Elê Eyşê canê va nexweş im, lo ta digirim Roj bi rojê lo xerabtir im Were ramûsanekê mi kerem ke ez rewî me, mihacir im Were yarî, yarî, yar Eyşanê Êlê Eyşê canê, malê me çûne Sîneka dêris lo li vî çiyayî Dilê melûl, lo bike şayî Xwedê mirazê min û te bira hevdu bike bi tevayî Were yarî, yarî, yar Eyşanê Êlê Eyşê canê, malê me çûne lo van zozana Mi Eyşa xwe ra qewl û qirar a dabû hev da Bêriya miya, lo her du dana Ayikê mi Eyşa minê komşiyê gundê me ra nemîne Sala îsal çawa emê kirine nava zara, van zimana Were yarî, yarî, yar Eyşanê

Bêjebêje © 2015-2024