Şivan Akreyî
Agirê evînê
By: peruzio 191 BB · Contributor
Ji agirê evînêda
Sotim rutim çibikem felek
Sebr û qînyata min nayê
Ger nebînim çavên belek
Ji agirê evînêda
Sotim rutim çibikem felek
Sebr û qînyata min nayê
Ger nebînim çavên belek
Bû dîtina bejna şilik
Gav û çirke dibin salek
Bû dîtina bejna şilik
Gav û çirke dibin salek
Ji bilî hizra dîtna yarê
Qet min nîne çi xeyalek
Ji bilî hizra dîtna yarê
Qet min nîne çi xeyalek
Ku cîranê ez dibînim
Ez di heliyêm wek şemalek
Ku cîranê ez dibînim
Ez di heliyêm wek şemalek
Çend ber dilê min şrînî
Lew evîn dijwar e gelek
Çend ber dilê min şrînî
Lew evîn dijwar e gelek
Ji agirê evînêda
Sotim rutim çibikem felek
Sebr û qînyata min nayê
Ger nebînim çavên belek