a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Ala rengîn

Ala rengîn pîroz û xweş Te hildidim diçim bi meş Ala rengîn pîroz û xweş Te hildidim diçim bi meş Tu’l ser milên xortên ciwan Di nav te de yek roja geş Tu’l ser milên xortên ciwan Di nav te de yek roja geş Ala sê reng î tu Bi nav û deng î tu Nîşana ceng î tu Ey xortê Kurdan silavê lê bikin Ala sê reng î tu Bi nav û deng î tu Nîşana ceng î tu Ey keçên Kurdan silavê lê bikin Îro me tu, kirye himbêz Rojek wê bê, te bikin rêz Îro me tu, kirye himbêz Rojek wê bê, te bikin rêz Tu li ser bana, li eywana Roja şadî, tu bi xeml û xêz Tu li ser bana, li eywana Roja şadî, tu bi xeml û xêz Kesk û sor û zeri Sipî û gewheri Nîşana zaferi Ey xortê Kurdan silavê lê bikin Kesk û sor û zeri Sipî û gewheri Nîşana zaferi Ey keçên Kurdan silavê lê bikin Te bi zîv û zêr tevde kildim Roja cengê ez te hildim Te bi zîv û zêr tevde kildim Roja cengê ez te hildim Ger ez bimrim, ger ez rabim Cegerxwîn im, serbilind im Ger ez bimrim, ger ez rabim Cegerxwîn im, serbilind im Ala sê rengîn î Pîroz û şêrîn î Nîşana mizgîn î Ey xortê Kurdan silavê lê bikin Ala sê rengîn î Pîroz û şêrîn î Nîşana mizgîn î Ey keçên Kurdan silavê lê bikin

Bêjebêje © 2015-2024