a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Ala Rengîn Pîroz û Xweş

Ala rengîn pîroz û xweş Te hildigrim diçim bi meş Tu li ser milên xortên ciwan Di nav te de yek roja geş Ala sê reng î tu Bi nav û deng î tu Nîşana ceng î tu Ey xortê kurdan silavê lê bikin Îro me tu kirye himbêz Rojek wê bê te bikin rêz Li ser xana, li eywana Roja şadî bi xeml û xêz Kesk û sor û zer î Spî û gewher î Nişana zafer î Ey keçên kurdan silavê lê bikin Te bi zîv û zêr tev de kil dim Roja cengê ez te hil dim Ger ez bimrim, ger ez rabim Cegerxwîn im serbilind im Ala sê rengîn î Pîroz û şêrîn î Nîşana mizgîn î Ey xortê kurdan silavê lê bikin Ey keçên kurdan silavê lê bikin Gotin: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024