a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Apê Ho

By: Ciwan

*peyv* Apê ho weha digot: "Ji serxwebûn û azadî bi rûmetir tiştek nîne, ger mirov ji dil de xebatê nekê, wê her dem barê bindestîyê bikşîne. Berî Ho Çi Mînh anjiyan bibe, yanî bimre, weha digot. Di serhatina jiyana xwe de bi dil û can, ji dil de, bi hemû hêza xwe ji bo welatê xwe, ji bo şoreşê û ji bo gelê xwe min karkir. Ger li cihanê mirina min pêwîst bê ez ê bi dilê rihet herim gorê, lê, min dixwest ez hîn vê xebatê berdewam bikim, çi fêde jiyana min destûr neda, ji ber wî jî, dibe ku dilê min biêşê. Ger min serefraziya hemû gelê cihanê bidiya, ezê şad biçyama" *stran* Ho, ho, ho, ho Ho, ho, Apê Ho, Ho Çi Mînh! Sî û heft salan di têkoşîn da Bijî gelê Vietnam Rêça Marksîzm û Lenînîzm da Bijî, Bijî Vietnam Ho, ho, Apê Ho, Ho Çi Mînh! Tev şer kirin, bi jin û mêran Derketin çiyan, wekî şêran Tev şer kirin, bi jin û mêran Derketin çiyan, wekî şêran Eriş kirin bi das û bêran Kuştin, mirin, rizgar kirin Mîrê bindestîyê rakirin Hey bijî gelê Vietnam Ho, ho, Apê Ho Ho, ho, Apê Ho, Ho Çi Mînh! Go rêça me pir çetin e Hezar bela lê hene Go rêça me pir çetin e Hezar bela lê hene Ger, gel serfiraz nebe Wê wan herdem bikşîne Ho, ho, Apê Ho Bijî gelê Vietnam Ho, ho, Apê Ho, Ho Çi Mînh! Te şewqa xwe da cîhan Tu bû dostê hemû gelan Te şewqa xwe da cîhan Tu bû dostê hemû gelan Te bû apê me gişkan Te bû apê me gişkan Bo Vietnam fêdekar bû Fikrê te, ji bo gela şan bû Hey bijî Apê Ho Çi Mînh! Ho, ho, Apê Ho Ho, ho, Apê Ho Ho Çi Mînh! Apê me!

1

Bêjebêje © 2015-2025