
Şivan Perwer
Ban Dikim Te Ruhayê Diyarbekir Pir Deng Dayê
By: Ciwan
Êdî bes e rabe ji xew
Xortê hêja keça bidev (bedew)
Tenê maye tu raketî
Xebata te bi paş ketî
Rohilatî pir bilind bûn
Xelkê cîhan tev şiyar bûn
Tenê maye tu raketî
Xebata te bi paş ketî
Rohilatî pir bilind bûn
Xelkê cîhan tev şiyar bûn
Kurdno rabin ji xewê lo
Merdno rabin ji xewê!.
Ez pir rind im li benda we me
Lo gula sor im li hêviya we me
Rêya we bû ronahî, dîsa kor in nabînin
Kurdno rabin ji xewê lo
Merdno rabin ji xewê
Bang dikim te Ruhayê lê
Diyarbekir pir deng dayê
Bitlîs û Mûş, Hekarî, Wan
Hilgirtine barê giran
Kurdno rabin ji xewê lo
Merdno rabin ji xewê
Ez Şivan im hêvîdar im
Lo bi qîrîn û bi hawar im
Ev bû bîst û sê salê min
Dikim gazî û dinalim
Dibe bîst û çar salê min
Dikim gazî û dinalim
Kurdno rabin ji xewê lo
Merdno rabin ji xewê!.