Şivan Perwer
Baran
Dema baran dibarî li kolanê
nîvê şevê ez û te bi tenê
Ligel dilê evîndar carinan dihat bayê sar
Dilopên baranê ji serê min û te dihat xwar
Çendî xweş bû ew cî û war
Bi hatina bayê, hêşîna darê
Hat dengê pisîkekê, mabû bi tenê
Me got: Xweda kesî nehêle bi tenê
Dîsa bara dibare
Lê vê carê li kolanê ez mame bi serê xwe, bi tenê
Cana min
Ronahiyên penceran didin erdê
Dilop vedibin weke gulê
Hat bîra min pisîka mabû bi tenê
Vê carê ez mame bi tenê
Dimeşim li kolanê
Diraminîm rojên li gel te, rojên berê
Cana min, delala min
Tu li ku yî!
Dibe pir xemgîn î
Yan hêsiran dibarînî
Yan jî keseran dikşînî
Belê cana min
Dîsa baran dibare weke berê
Lê vê carê li kolanê mame bi tenê