a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Bejna Zirav

Tu gulê li gundê we ye Yek wek te lê tune ye Ji bo te ez ji dûr hatim Dilê min di te de heye Kuro dîno de here Li dora min negere Xortê gundê me pir in Keçê me tune ji te re Narim, narim, narim Li vî gundî diyar im Li ser te evîndar im Çûna bê te ez nikarim Bejna zirav bejna te Çavê xezala li ser te Dilêm bû perçe perçe Ma ew ne bes e ji bo te Kuro lawo tu dîn î Ma van awiran tu nabînî Fesad û nerind pir in Hêsan nîne evînî (Dîsgotin) Şeva di nîvê şevê da Di berf û di bahozê da Gilî û gazîne xwe dikim Ketim mala bavê da Milê xwe bide vî milî Te agir berda vî dilî Em derkevin ji vî warî Da xelasbin ji vî halî (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024