a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Bila Bê

Bêjinê bila bê, emê l’hev bên ez û wê Silavê min gelek lê, li wan çavan, wê bejnê Ev nan û av û xwê, ma çi zû çû ji bîra wê Bêjinê bila bê, emê l’hev bên ez û wê Bawer bikin wa nabe, dilê xeyidî çê nabe Jiyan bê wê xweş nabe dilê bi evîn şa nabe Diki naki xweş nabe, evîna wê sar nabe Dilê wê ji min maye, halê min pir xerab e Jiyan bê wê qet nabê, dilê bi evîn şa nabe Bêjinê bila bê, emê l’hev bên ez û wê Pir geriyam li dinê, qet min nedît weke wê Pir geriyam l’vê dinê, qet m’ nedîtî wekî wê Silavêt me gelek lê, bêjinê bo çi nayê Min ji wê gelek hez kir, hezkirin j’ba Xwedê Heyran bêjin bila bê, bê wê sebra min nayê Qurban bêjin bila bê, bê wê sebra min nayê Bêjinê bila bê, emê l’hev bên ez û wê

Bêjebêje © 2015-2024