a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Bila Bihar Bi Xêr Bê

Bi ser çiyan ketim, karê min e bez û rev Cî nîne tê de rûnim ne bi roj û ne bi şev Ciyê bav û kalê min bi xwîna min bûye sor Dijmin îro tê da ye dibêje ji min re derkev… Hezar sal e dinalim, birîndar û perişan Êdî vê birinê xemûş girt û giha hev Berî bibim birîndar xwedî dost û mirov bûm Lê îro mame tenê ez bê ziman û bê dev… Zivistanê nikarim bi dijmin re bikim şer Pûk û berfê dadigrin gelê berbend û bendev Wa ye bihar bi xêr tê hazir bikin ji bo şer Êrîş bikin neyaran weke mêran hemû tev… Haydê rabin, haydê rabin em bimeşin hemû tev in Haydê bimeş, haydê bimeş, de bimeşin hemû tev in Li ser rêçek serrast, li ser rêçek baş de rabin em hemû tev bin… Gotin: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024