a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Bilbilê Dilşadî

Hey bilbilê dilşadî hele wer bike fîgan Derdê me giran e hey bira birîna me kûr e Gorî te bikin cerg û mêlakê hem can Dengê te yi xweştir ji ney û nay û bilûr e Awazê dengêk ji sira bayê sibê ya Hawê dijî xuşîna dahl û reza ye Hawê sisiya jî bîhna şimamok û gula ye Lewra kulê dinyê tu bi nav û çi meşûr e Kerwanê me bi rê ketî şev reş û tarî Serma ye dirêj kulyên di berfê her dibarî Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî Warê me welat ey heval rakê me dûr e Çar hawir me diz û keleş in tev dane dijmin Me ji hev radiqetînin bir bi bir heyf û mixabin Qet çare û hêviya me nemaye bilbilê min Meydan e ji bo hirç û çeqel gur zûrezûr e Meydan e ji bo hirç û çeqel rovî û keftar Gorîn te me hey bilbil ji ser darê tu wer xwar Da pêk ve mijûl bim bi xwe çend rojên di dijwar Îro li me ferman e li ser gerdenê şûr e Destê tewqeyê îro ku em herdu bidin hev Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev Dinya bi xwe dewran e, geh roj e geh şev Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e Bala xwe bide nik bayê barîn ey birader Sitêra sibê îro li şerqî li me da der Rewşen girî Kurdistan bi carek we seraser Nîşana sibê ye fereca xêrê ne dûr e Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye Karwanê me wê bighêje midad û meqsedê ye Çerxa felekê her dem bi fetl û ger û dewr e Çerxa felekê her dem bi fetl û ger û dewran Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan Her çarê û hêvî me serdarê Berzan Wek Tîrêj dibêje jîn divê kotek û zor e Gotin: Seydayê Tîrêj

Bêjebêje © 2015-2024