a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Bilbilo

Bilbilo xêr e vê sibekê tu li ser darê xweş dinalî Ma tu jî weke min bêhal î Kerem ke were em rûnin, mijûl bibin ka derdê te çi ye? Bilbilo vê sibekê li ser darê dîsa tu çi dinalî? Ax… Wer xuya dike bilbilo tu jî weke min bêhal î De ezê nizanim tuyê ji derdê çi ye ewqas bi ax û fîgan î Bilbilo de were em mijûl bin kerem ke ji ser darê were xwarê Bilbilo vê sibekê tavek hatî çi himhim î Ax kevir û kuçikên çiya û zinara li serê min hedimî Bilbilo tu li perê darê ez bûme kevkurkek qula zinaran Ax… Xêrnexwazan xera kirin germa buharê hêlîn li min herimî… Bilbilo, bişewite mala Contirkan, kom kirin xortên hêja ji her hêlê da Birin bi vê qentara devê rê da, nizanim dibin bi çi hêlê da Li dû wan mane bûkên dest bi hine, di paş koz û perdê da bilbilo Ax… Derd û kederên min ev in bilbilo ev çiya hatiye bi serê min rebenê da Xerîb im, bêkes im, bêhal im de yar yar… lo lo bilbilo… Muzîk: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024