a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Bulbulo

Bulbulo xêr e vê sibekê Tu li ser darê xweş dinale Ma tu jî weke min birîndar e Keremke were em mijûl bin Ka derdê te çiye Bulbulo vê sibekê li ser darê dîsa tu çi dinale Ax… wer xuya dike bulbulo tu jî weke min bêhal e De ezê nizanim tuyê ji derdê çiye ewqas bi ax û fîgan e Bulbulo de were em mijûlbin Keremke ji ser darê were xwar e Bulbulo, vê sibekê tavek kate çi hum-humî Ax kevir û kuçikên çiya û zinara li ser serê min hedimîn Bulbulo tu perê darê ez bûme kewkurkek kula zinaran Ax.. xêrnexwazan xera kirin germa buharê hêlîn li min herimî… Bulbulo, bişewite mala Contirkan, komkirin xortên hêja ji her hêlê da Birin bi vê qetera devê rê da, nizanim dibin bi çi hêlê da Li dû wan mane bûkên dest bi hine, di paş ko û perdê da bulbulo… Ax… derd û kederên min ev in bulbulo ev çiya hatiye bi ser ê min re penê da Xerîb im, bêks im, bêhal im de yar yar… lo lo bulbulo…

Bêjebêje © 2015-2024