a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Cana Min

Cana min, cana min Cana min awrek da min Cana min, cana min Wey Cana min awrek da min Hiş û aqil serê?m bir Agir xiste dilê min Cana min bejnê dihejîne Serê govendê dikşîne Hey Canê bejnê dihejîne Serê govendê dikşîne Bejn û bala balkêşî Dilê xortan dilerzîne Bejn û bala balkêşî Dilê lawan dilerzîne (Dîsgotin) Wa gelî keç û xortan! Bihejînin bejn û milan Ser govendek wek perî Reng û coş kiriye dîlan Ser govendek wek perî Coş û reng daye dîlan (Dîsgotin) Cana?m wa tê û dihere Nav govendê digere Canê wa tê û dihere Wey nav govendê digere Bejn û bala hêjayî Bo dîlbera perwer e Spas te re Xwedao Te kir dîlbera Perwer e (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024