a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Çavreş

Dema te xweş be hevalê dê tu were ba min Bihara bejna xwe yarê gulekê bide min Gava ez hatim ba te were rûne li rex min Tiştên dilê xwe der bike, ji dilde bejê min Çavên te mêr kujin tîr ji wan diweşin Lê hevalê lê delalê Li paytextê dilê min wer bibe sultan Warê evîna te ye ji te re dibe qurban Pir xweşe evînî, em li pey man û man Westiya evînî, ez û te ne westiyan Çavên te mêr kujin tir ji wan diweşin Lê hevalê lê delalê Bi rengê Mem û Zinê me evîn çêkir Stranek Şivan Perwer min ji te re bi rêkir Razî be hevalê ji wê pêve nikarim Pir xweş e lê yarê ji bo te ez evîndar im Çavên te mêr kujin tir ji wan diweşin Lê hevalê lê delalê

Bêjebêje © 2015-2024