a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Çîroka apê Misto

Lo Misto lo Mistiko Rebeno dest sistiko Doza heqê xwe nake Ber xekê xwe melis diko Misto bavê Seyranê Rabûye ser tapanê Diqîrim çiqas bêjim Tew lê nayê gûmanê Misto Misto Misto Misto Deriya derda veneke lo Ji min re derda lêneke Were lo lo lo... Misto Min gelek tişt jê re got Dil û ceger li min bûn sot Go belê weke te ye Lê Misto bûye gayê cot Misasa dest axê xwe Nîr xistiye sutyê xwe Zikê erdê diqelişe Bûye gayê axê xwe Misto Misto Misto Misto Dor dor dor reş e lo Rebeno bi bextê reşo Were lo lo lo... Misto Heg zuxta lê dixîne Hêta Misto bi xwîn e Qet serê xwe ranake Lê bi ax û nalîn e Misto bîra te nayê Li gundê Xerabreşkê Havîn û zivistanan Em rêncber bûn bo axê Misto Misto Misto Misto Deriya derda veneke lo Ji min re derda lêneke Were lo lo lo... Misto Axa çûbû seyranê Me berdida meydanê Me serê hevdu dişikand Ew dima li ser talanê Bes e ev talan misto Nîr bavêje şivisto Tu rahêje misasê Li dujmin bade histo Misto Misto Misto Misto Misto dil û çavê min lo Tu dizanî bi halê min Were lo lo lo... Misto Misto kedxwar dudu ne Erd û zevî girtine Bi hev re weke seyan Dixwin tev ser û bin e Misto rabe ser piyan Dem çû em pri dereng man Kes êdî qebûl nake Zilm û zoriya kedxwaran Misto Misto Misto Misto Ji min gazinca neke lo Derya derda veneke Were lo lo lo... Misto

Bêjebêje © 2015-2024