a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Dayik

Hey lorî lorî lorî wey layê layê Serê dayika te bi gorî Bê te sebra min nayê Lorîka min mezin be Hêjabe li vê dinyayê Hay lê lê dayê lê lê.... Ax de lê lê dayê Dilê mi lê dayê kesera mi lê dayê Şêrîna mi lê dayê evîna mi lê dayê Ax lê lê lê dayê hevala derd û kulayê Beriya mirov dinyayê bibîne Mirov dayika xwe ya delal dibîne Êş û zahmet û zoriyan pir dikşîne Hûn dizanin heta dayikek zarokekî mezin dike çi êş û zoriyan dikşîne Fermandarno zarokan ji dayikan nestînin. Hêstirên çavên wan nerijînin Dayikên we jî hene. Hûn jî demekê zarok bûn Dayîk me neh mehan li ser dilê xwe dihewrînin. Bi salan dihejînin, dilorînin, dimêjînin Hûn jî zarokno keda wan ji bîr nekin De lorîkek bi xêr be Weke mêrxas û şêr be Wê/Da jiyanê baş fêr be Xweda bike bi kêr be Da bi cih û bi war be Li texta welat serdar be Muzîk: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024