a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

De Lorî

De lorî kurê min lorî De lorî lorî kurê min lorî Bavê te kuştin dayik bi gorî Gernas û mêrxas divê tu negrî Şênî ku sax bin nema tu bimrî Dujmin bi top û firok û leşker Bombardiman kir welat li her der (Dîsgotin) Hilweşandin tev mizgeft û dîwar Kûr kûr dinalin jar û brîndar Zar û zêçên Kurd pir têne kuştin Dexl û rez û pez tiştek nehiştin (Dîsgotin) Tazî û birçî kir banger û berf Wan venaşêrin van şikeft û berqef Li ser zikê xwe diçin bi mestî Hin dest û hin pê, hin ser şikestî (Dîsgotin) Di şevreşan de gernas e rêber Şêrê brîndar dema diçin şer De lorî lorî kurê min lorî Bavê te kuştin dayik bi gorî (Dîsgotin) Gelê hişyar e gelek giha ye Tiving di dest e li ser çiya ye Sêr û piling in hawîr dibazin Doza me Kurdan serbest dixwazin (Dîsgotin) Bi xwîn nivîsîn li ser zinaran Livir nemaye cîyê neyaran Bi qeşte dujmin qada me berde Ev der welatê gernasê Kurd e (Dîsgotin) Qada me berdin ji bo me yekser Em aştîxwaz in me navê ev şer Em jî wekî we divên serbesti Ma kî dixwaze dîlî û bindestî

Bêjebêje © 2015-2024