a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

De lorî lorî

De lorî lorî kurê min lorî Bavê te kuştin dayik bi gorî Gernas û mêrxas divê tu negrî Şênî ku sax bin nema tu bimrî Dujmin bi top û firok û leşker Bombardiman kir welat li her der Hilweşandin tev mizgeft û dîwar Kûr kûr dinalin jar û brîndar Zar û zêçên Kurd pir têne kuştin Dexl û rez û pez tiştek nehiştin Tazî û birçî kir banger û berf Wan venaşêrin van şikeft û berqef Li ser zikê xwe diçin bi mestî Hin dest û hin pê, hin ser şikestî Di şevreşan de gernas e rêber Şêrê brîndar dema diçin şer De lorî lorî kurê min lorî Bavê te kuştin dayik bi gorî Gelê hişyar e gelek giha ye Tiving di dest e li ser çiya ye Sêr û piling in hawîr dibazin Doza me Kurdan serbest dixwazin Bi xwîn nivisîn li ser zinaran Livir nemaye cîyê neyaran Bi qeşte dujmin qada me berde Ev der welatê gernasê Kurd e Qada me berdin ji bo me yekser Em aştîxwaz in me navê ev şer Em jî wekî we divên serbesti Ma kî dixwaze dîlî û bindestî

Bêjebêje © 2015-2024