a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Delalê

Li kolanê bajarê Ewrûpa Li keça Kurd rast hatim Bê xwedî digeriya Bi dil germê pêrgî min hat Xûya bû li çara serê xwe digeriya Mi go delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî, bê malê Çi digerî ? Mi go delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî, bê malê Çi digerî ? Go lo lo birao Em bi ber zilma bayê reş ketin Îro welatê dûriyê vê derketin Weke bi min hezara hene Bêkar û sermîyan Li welatê xerîbîyê şermeze ketin Mi go delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî, bê malê Ma ez kanî çi bikim Mi go delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî, bê malê Ez jî nizanim çi bikim Ka bêje ez çi bikim Dîsa go lo lo keko Belê heq negotine Welatê mirova şêrîntir e Ger hindikek azadî hebûya Birçibûna welatê me Ji têrbûna welatê xelkê bi rûmettir e Mi go delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî, bê malê Belê tu rast dibêjî Mi go delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî, bê malê Welatê me rûmeta me ye Ka em welatê xwe şên bikin Welat azadî ye

Bêjebêje © 2015-2024