a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Delalîkê Dilê Mino

Kuro dîno ezê nizanim çi bêjim de hayê hayê… lo çi nebêjim Lolo delalîkê dilê mino ezê nizanim çi bêjim de loy loy… lo çi nebêjim Ronîka çavê mino ezê bûme bilbilekî ji banê de loy loy… ker û gêj im Wele piştî çavê reş û belek dêmanên sorgulî Belê ezê biçim ser milekî ji banê bilind Hawar ezê nizanim çîrokê halê lo xwe ji kê re bêjim Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez birîndar im Ax de gidî lê gidî lo ez bêhal im Hawar gundîno hûnê rabin de haye hay… lo qiyamet e Malîno hûnê rabin de loy loy… qiyamet e Belê axaftina vê zeriyê vê kubarê vê seyranê de lê lê… li min hesret e Were gundîno hûnê ji min re bibin pale bêjin Hawar gidî lo him bi xêr û him bi minet e Gidî lo ax de gidî lê gidî lo şewityo gundo Ax de gidî lê gidî lo wêrano gundo Hawar gundîno hûn dizanin delalîkê dilê min rûdinê de hayê hayê… lo li vê taxêyo Malîno hûn dizanin ronîka çavê min rûdinê de loy loy… li vê taxêyo Ji xêra xwe re hûnê kaxizekî pê ve rê kin de way way… bira bêyo Bêjin Xalito Emîna Îsa ji derdê te bêhal e Hawar hûnê bêjin pir nexweş e û ji dil dinale Hawar li min lo şewitiyo gundo lo çawa nêyo Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez bêhal im Ax de gidî lê gidî lo ez bê wê nabim Gotin û Muzîk: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024