a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Dengek hat guhê min

Dengek hat guhê min ji binê zinaran Nalîna şêrekî ku birîndar bû Bi ser birîna xwe da kû dinaliya Birîna wî ji dil jî gelek xedar bû Dilop dilop xwîn ji birînê dihat xwar Axa sar û tarî hêdî vedixwar Teyr û tû bi ser da dikirin hewar Dar û ber ji jana dil histuxwar mabûn Kela dilê wî bû weke wolkana Rêza çiya û bera ji ber dihejiya Weke talaz rabe li ser haviya Weke bahoz û tofanek rabibû Birîna şêrê me hewqas xedar bû Ew şêrên Kurdistanê ne, bê xwedî ne Gelê cîhan doza wan bi rast dibîne Doza wan jî parekî doza xwe dibîne Ew karker, cotkar, rêncber, pale û gundî nin Mafê çînî û çarenûsî divên pêk bînin Divên rizgar bikin gel ji bin lep û destan Lew nalîna şêrê me tê ji çiya û baniyan Herkes xelas jîndar û nas li ser kurdistan Da ku êdî kes nenale ji êş û birînan

Bêjebêje © 2015-2024