a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Deşta Palo

Kerengê deşta Palo zer bûn Min digot yêmo, te digot na Tene serê wê bi der bû Min digot konê, te digot na Tev şa dibûn xort û zerî Min digot birin, te digot na Keçik zer bû, xort esmer bû Min digot herê, te digot na Deşta Palo bi dirhêz e Min digot wa ye, te digot na Delaliya min teşîrês e Min digot belê, te digot na Hêrî kî dasî de berda Min digot ew e, te digot na Teşiya xwe ba dide û dirêse Min digot vir da, te digot na Min digot were li ba min rûne Min digot canê, te digot ha Teşiya xwe birêse û bihûne Min digot dile min, te digot ha Tev şa bûn wek Mem û Zînê Sebra min bi te dihat Ez nêrgiz im tu beybûn î Bêhna gulan ji te dihat Gotin û Muzîk: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024