a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Di dinê de sê tişt hene

Di dinê de sê tişt hene pir xweş in Yek jê dayik, yek jê bav e Yek yar e lê lê, yek yar e canê, yek yar e Bê dê nabe, bê bav nabe Yar xweş e lê lê yar xweş e Dayik ji bo me weke dilê dinê ye lê lê Dinê ye canê, dinê ye Bavik ji bo me wek roniya rojê ye lê lê Rojê ye canê, rojê ye Yar delal e weke bîhna gulê ye lê lê gulê ye Gava bavo xort bû ji xwe re yar anî lê lê Yar anî canê yar anî Dadê û bavo bi evînê mal danî lê lê Mal danî canê mal danî Vebûn nêrgiz, gul û rîhan çem û kanî Vebûn nêrgiz herikîn çem û kanî lê lê... Di dinê de sê tişt hene pir xweş in Yek jê dayik, yek jê bav e Yek yar e lê lê, yek yar e canê, yek yar e Bê dê nabe, bê bav nabe Yar xweş e lê lê yar xweş e

Bêjebêje © 2015-2024