a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Dilê Min Bû Behra Belek

Dilê min bû behra belek Te av jê vexwar gelek Cîran ezê te bigrim Bira biteqe felek Cîran wa diçim sûkê Ji te re bînim xemla bûkê De tu rabe li xwe ke Bibe bûka Kerkûkê De tu rabe li xwe ke Wek kevokek Dihokê De rabe cîran rabe Rabe êdî em herin Bira fesad û nerind Êdî ji me bigerin Cîran cîrana min Tu rind î li ber dilê min Cîran cîrana min Tu xweş î li ber dilê min Dilê min bû Behra Wanê Çem û kanî av danê Xwezî bi teyra baskbelek Li ser serê Sîpanê Xwezî bi Siyabend û Xecê Dimîne li ser Sîpanê Cîran melhema dilan Bi şev were nav gulan Cîran melhema dilan Bi tenê were nav gulan Bira kes te nebînin Dikevin nav du dilan Destê te bigrim biçim Ba pêşmergên Kurdistan De rabe cîran rabe Rabe êdî em herin Bira fesad û nerind Êdî ji me bigerin De rabe cîran rabe Rabe êdî em herin Her wek Şivan dibêje Ewan ji me nagerin Cîran cîrana min Tu rind î li ber dilê min Cîran cîrana min Tu evîna dilê min

Bêjebêje © 2015-2024