a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Dilo wez bimrim

Dilo ez bimrim dilo hewar li vê buharê Li vê buharê dilo heyran li vê buharê Mirin pir xweş e dilo hewar li milkê bavê Li milkê bavê dilo heyran li milkê bavê Hêsir li çavê min xweş in û neş in weke baranê Weke baranê dilo heyran weke baranê Tirba min çêkin dilo hewar li milkê bavê Milkê Kurdan e dilo hewar milkê merdan e Dilo ez bimrim dilo hewar li vê payîzê Li vê payîzê dilo heyran li vê payîzê Kurdo werin bi hev bigrin em bigrin lezê Em bigrin lezê dilo heyran em bigrin lezê Mirin pir xweş e bira hewar bi merd û cezê Bira azadîyê bira hewar bi merd û cezê Tirba min b’kolin bira hewar li Kurdistanê Li gulistanê dilo heyran li gulistanê Dilo ez bimtim dilo hewar li zivistanê Li zivistanê dilo heyran li zivistanê Mêr gelek bûne dilo hewar wek goristanê Wek goristanê bira hewar wek goristanê Emê ilm rastkin dilo heyran di dibistanê Di dibistanê dilo hewar di dibistanê Tirba Şivan hûnê çêkin li Kurdistanê Li Kurdistanê dilo heyran li Kurdistanê

Bêjebêje © 2015-2024