a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Dîyarbekir

Diyarbekir, diyarê bekir yan diyarê baqir Amed, îro tu kirine kela zulmê Amedê Wê rojek bê tu yê bibi kela azadî û aşitiyê Ax li min lê lê lê dayê ax lê dayê Bira Diyarbekir weman bimîne xweş Diyarbekir De îro min dîsa bihîstibû dibêjin hakim û sawciyên Zaliman li benda me kurda mehkemek vekir Dibêjin li ser bajarê Amedê herbek minawere kir Ax li min ax li min birîndarê wê me lo lo… Dîsa helkana bayê rojava ji bend û bestên çiyayê reş tê lê dîsa çi xweş tê Li binê çiyayê reş dîsa li kêleka mitralyozan tike tika şerefnaran Hawar kurdno çira li kuna çiyê tê Xeberdana xeberê dan digotin dîsa Egîd û şêrên me li binê heps û zindanan Li ser birînê xwe de dinalin Kuştin û li ber derên kindirê ne Hawar kurdno çawa heyfa me pê nê Ax li min ax li min li min Ax li min li min birîndarê wê me lo lo… Ax li min lê lê lê dayê, ax lê dayê Dibêjin perdên kesk û sor û zer li dar mane Hey wax bûkên kew kevok û rûgevez dest bi hine Kor û poşman vegeriyane malên bavan e Hûnê nekin kurdno ji bîr nekin ku hîn û hîn Egîd û mêrxasên me di binê zindanan Di binê zindanê dijmina de, di binê zulmê da ne Hûnê zarok û zêçên xwe temen kin bira di nava rûpelê Dîrokê de bendakê vekin Bila heyf û doza welatê xwe tu car ji bîr nekin Hawar kurdno em perkende mane Ax li min ax li min birîndarê wê me lo

Bêjebêje © 2015-2024