a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Dotmam

Wey de dotmam, xweziya mala me cîranê mala hev biya ay… Wey de bira şîva şevê li me tinebiya dotmama min tim û tim li ba min biya Were dotmam, lê dotmam… hezar car dotmam way… Were dotmam ev çi kul e, ev çi êş e ev çi derd e way… De tu yê rabe çavê xwe kil ke biskê xwe şe ke, guliyê xwe berde De emê herin serê Xelatê Sîpanê bibin mêvanê Xecê û Siyabendê Were dotmam, lê dotmam… hezar car dotmam ay… Wey de dotmamê, xweziya çavê min birjiya û ez nehatama wî alî Wey de minê dotmama xwe ya çavreş nedîta bi wî halî De çawa sala îsal ezê bê te derbas kim van cejn û vî sersalî Were dotmam, lê dotmam… hezar car dotmam ay… Gotin û Muzîk: Gelêrî Berhevkar: Mehmûd Baksî

Bêjebêje © 2015-2024