a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Duhok

Hatim Duhokê, Duhoka rengîn Çengî ciwan e, bajarê şêrîn Gelê'm bernede, azadî xweş e Şên b'kin duhokê, duhoka rengîn Zaxo hekarî li mêrga rûbaran Ax ew amedê gelê xweşmêran Musil û Hewlêr çeklawa û soran Xemlandin Duhok bûka behdînan Suleymaniye û Kerkûka kurdan Urmiye û Mahabad, Sinê û Kermanşan Bane û Zerdeşt Taxaka Loran Şên şaristan in li baxê gulistan Hatim Duhokê, Duhoka rengîn Çengî ciwan e, bajarê şêrîn Gelê'm bernede, azadî xweş e Şên b'kin duhokê, duhoka rengîn Bingol, Agirî û Qers, Bitlîs, Mûş û Wan Erzirom li serhed, bihûşt e zozan Meletî û Sêwas, Elezîz û Ezircan Warê dêrsimê kozgeha şêran Mereş û merkez, îskenderûn û ceyhan Efrîn û elbîstan l'ber çayê kurdan Semsûr û Eyntap, ordi û koban Cang û camêr in bisk û berazan Hatim Duhokê, Duhoka rengîn Çengî ciwan e, bajarê şêrîn Gelê'm bernede, azadî xweş e Şên b'kin duhokê, duhoka rengîn Ruhayê dirok can, li deşta herran Amed her bûye nîşana berxwedan Mêrdîn û qamişlo cizîr, şirnex û batman Sêwrek, wêranşar nav mezrabotan D'nava çiyan de bi rez û kanî ye Bi al û ola xwe gelek rengîn e Jiyana duhokiyan kurdewarî ye Bi rêç û şopa xwe ya kalê Barzanî ye

Bêjebêje © 2015-2024