a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Em dixwazin ala xwe hildin

Min divê her tim bilind be Ala engîn kesk û zer Hem xweşî hem ceng û rûmet Tê hildanê sor û gewr Dûr nêzîk ezê te hildim Tu yî xemla banê min Ger dibê derman mirin be Bo te gorî canê min Dêrsim û Sason û Pejder Bo te xwînê dirêjin Her çi Kurd in her çi xort in Bo te lawijan dibêjin Sê salan bi te kêfxweş bûn Agirî, Zîlan, Tendurek Li pêş rona te bûne ax Leşkerên Rom leq bi leq

Bêjebêje © 2015-2024