Şivan Perwer
Ey Ferat
Ey Ferat, Ferat
Wek daxwaziya min pir dirêj, kûr hat
Ey Ferat, Ferat
Kêferata te tê bi xumxum û lêw lêw
Nayê bîra te ne razan, ne xew
Ey Ferat, Ferat
Herdem dinale bi qêrîn û gazî
Pêlan dide xwe bi qêrîn feryadî
Ey Ferat, Ferat
Kêferata te tê bi xumxum û lêw lêw
Nayê bîra te ne razan, ne xew
Ey Ferat, Ferat
Lê dizanim tu çi dixwazî
Tu jî wekî min dixwazî azadî
Ey Ferat, Ferat
Kêferata te tê bi xumxum û lêw lêw
Nayê bîra te ne razan ne xew
Ey Ferat, Ferat
Tu jî wek min ger bibûna Kurd
Ev xurtiya te dibû kul û derd
Ferat li nava Kurdistanê diherê
Li ser te jî mayin û bombe danîne
Tu çawa tehmûl dikî ?
Ferat tu Kurdî, lê Kurdê bêhiş î