a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Ey Karker û Xebatkar

Ev rengê biratî me nevê ger timî wa bin Hevsarê me girêdayî bi kurtanê kera bin Ew begler û axa ne emê jar û geda bin Ew rêncberê dijmin in emê rêncberê wan bin… Ey karker û xebatkar bes e dem hatiye rabin Ta kengî emê karkerê axa û bega bin Ta kengî emê hestiyê ber lingê seya bin Ta kengî emê kole û rezîl û ruswa bin… Çawa ko dizanim tu timî şerker û mêr î Deng daye di Şerqê de bi xwe fêris û şêr î Îro tu çima wer ga bi tirsok û newêr î Perda gidiya ser xwe ve da da xwe veşêrî… Ey karker û xebatkar bes e dem hatiye rabin… (Dîsgotin) Gotin: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024