a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Ez Gul im Tu Beybûn î

Ez nar im hay tu nar î Ez gul im hay tu beybûn î Ez dilê keça dihelînim Tu dilê xorta dişewitînî Narîna minê lê rewşenê Delala minê lê Eyşanê Delalê tu xeber xweş î Rindikê tu xeber xweş î Ji êvar da li benda te me Kerem ke de tu were hewşê Delalê tu gul î horiyê Seyranê tu gul î horiyê Spîndaroka serê sorêka min Hejaroka nava sorê min Mêvanên te bi rê birin rêke dûr Qederkê ji malbavê dûrî min Mêvanên te bi rê birin rêke dûr Qederkê ji malbavê dûrî min Ez gulçîn im tu gulnevşen î Ez çavşîn im tu çavreş î Gul û gulçîn û gula darên min Gerdenkê wê gulê neçînin Gul û gulçîn û gula darên min Tu pir şêrîn û tu pir xweş î lê… Gotin û Muzîk: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024