a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Ez keçikek gundî me

Ez keçikek gundî me lo wez brîndar im Deşt û bajar nedîme lo wez brîndar im Gula mêrga gelî me lo wez brîndar im Ava çem û kanî me birayêm hew zanim Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê Bira evîna dilê min Agir berda canê min Hêstir berda çavê min ay Min j’xortekî heskiribû Ji malê meriyê me Bav û birayêm nedan bûn sebeba serê min Bav û birayêm nedan bûn kelemê çavê min Bav û birayêm nedan bûn berdevkê devê min Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê Bira evîna dilê min Agir berda canê min Hêstir berda çavê min ay Min divê navir nemîne li ser rûçkê Cîhan Keç û xortik giş bibin weke xwişk û biran Li her derê ava bin da nişkav dibistan Ber dest û lingan mane em keçên Kurdistan Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê Bira evîna dilê min Agir berda canê min Hêstir berda çavê min ay Hele were binêr hatî mala me Perwer Şivan Teb’ ser seran ser roniyan hat xozanê Kurdistan Derd û kulên me pir in bûne qîr û qitran Te bi deng û tembûra xwe bela kir li nav cîhan Lo bira derdo Şivano Xozano bar girano Bê waro perişano oo Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê

Bêjebêje © 2015-2024